Teslimat bölgelerinde kargonuzu kendiniz gidip almalısınız. Sitenin altında teslimat noktaları mevcuttur.
Tükendi
Gelince Haber VerBerhema pêşî ya Mewlûd Oguz bi navê "Lîrîka Berbangê" derket.
Berken Bereh bo şi'ra Mewlûd Oguz wiha dibêje: "Ev maweyek e bi baldarî bala min li ser şi'ra me ye ku bi min qedr û qîmetê ristin û lihevanîna ahengê ya digel hizr û fikrê piçekî bi aloz dixuye. Ev jî rê nade ku avahiyeke şi'rê ya bi rêkûpêk bilind bibe. Lew şi'r ne tenê ji ruhsarî û çawaniya wê tê. Divê derd û xemeke şi'rê hebe ku bixwaze bo destnîşankirin û çareseriya wê jî hewl bide. Ku mebest ev be nexwe divê 'duh' jî bibe parçeyekî vê prosesê û li gor çarçoveya 'duh-niha û sibe' dirûv û teşe bigire. Bi kurtî şi'ra dahatûyê dê bi berhevanîn (total) û berdewamiya giştî pêk were.
Dema bi hûrgilî û bi baldarî xwe bera hundirê şi'ra Mewlûd Oguz didî tu li vê rastiyê diwerqilî tu dibî şahidê vê helwesta wî ya ku her bi silavdayîn û ji deynkirina peyvekê pêk tê. Ew bi xwendin û serdana xwe ya li dibistana yên beriya xwe rist û şi'rên aram bi teql û efsûn lêdike. Wek ku bibêje dixwazim şi'ra xwe bikime 'nîzam û întîzamê.'
Mewlûd Oguz bi ferhengeke henûn dengekî aram û nerm û bi hizra xwe ya ku wek şekirê çayê têkelî ristan bûye mizgîniya şa'irekî ji me û xweser û resen radigihîne me; bi kêrên porê xwe lîrîka berbangê bîstanê stêran şekirsêvekê berberoya di rukûyê de lêkereke kesk hokereke sor helwesteke pola desthilata saadetê û hwd. ew hêma û lihevanînên vê rastiyê ne. 'Lîrîka Berbangê' çi civakî çi takekesî rengê coş û peroşiya me ye. Min bi tahm û zewqeke xweş şi'rên di vê pirtûkê de xwendin. 'Pêjna lingê şairekî baş' ji wan tê..."
| Barkod | 9786258383904 |
| Basım Yılı | 2024 |
| Cilt Durumu | Karton Kapak |
| Dil | Kürtçe |
| Ebat | 12 x 19,5 |
| Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
| Sayfa Sayısı | 80 |
Berhema pêşî ya Mewlûd Oguz bi navê "Lîrîka Berbangê" derket.