Teslimat bölgelerinde kargonuzu kendiniz gidip almalısınız. Sitenin altında teslimat noktaları mevcuttur.
Tükendi
Gelince Haber VerVirginia Woolf di vê ceribana berfirehkirî de ya ku ji du axaftinên wê yên sala 1928an li kolejên xwendekarên jin ên Girton û Newnhamê pêk tê dibêje jin bêyî pere û odeyeke ji bo xwe bêyî serbestiyê nikarin afirînerî û dehaya zihnî li gor dilê xwe bidin der. Wek palpiştiya vê fikra xwe karaktereke xeyalî diafirîne gelo xwişkeke Shakespeare a xwedî qabiliyet hebûya serpêhatiya wê ê çi bûya? Woolf ji berê heta roja xwe şert û derfetên herdu zayendan û tesîra vê yekê ya li ser nivîsînê nîşan dide raberî me dike bê serdestî şîret û piçûkxistinên mêran çawa wextekî nivîsîna jinan qutifandiye. Temsîla jinan a di edebiyatê de û rewşa wan a jiyana rastî berawird dike ji yên mirî ta yên sax ên serdema xwe çav û hişê xwe li berhemên mêran ên jinan digerîne. Bêyî navê hînkeriyê bi rêya romannûsa xeyalî Mary Carmichael çirayekê pêdixe û jinên dil hene binivîsin gav bi gav ber bi hunera nivîsînê ve dibe nivîsîneke ji qehr û keser û gazin û hêrsa sedan salan şûştî ya li ser her mijarê û bê texsîr. Wek asteke kemilî û berz qala hişê duzayend dike û dema vê barana fikran dibarîne me jî li keştiyekê siwar dike û di nav bi dehan nav û rûyan deng û peyvan de dibe rêwîtiyekê.
Kitap Özellikleri| Barkod | 9786257253307 |
| Basım Yılı | 2021 |
| Cilt Durumu | Karton Kapak |
| Dil | Kürtçe |
| Ebat | 13 x 19,5 |
| Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
| Sayfa Sayısı | 128 |
Virginia Woolf di vê ceribana berfirehkirî de ya ku ji du axaftinên wê yên sala 1928an li kolejên xwendekarên jin ên Girton û Newnhamê pêk tê dibêje jin bêyî pere û odeyeke ji bo xwe bêyî serbestiyê nikarin afirînerî û dehaya zihnî li gor dilê xwe bidin der. Wek palpiştiya vê fikra xwe karaktereke xeyalî diafirîne gelo xwişkeke Shakespeare a xwedî qabiliyet hebûya serpêhatiya wê ê çi bûya? Woolf ji berê heta roja xwe şert û derfetên herdu zayendan û tesîra vê yekê ya li ser nivîsînê nîşan dide raberî me dike bê serdestî şîret û piçûkxistinên mêran çawa wextekî nivîsîna jinan qutifandiye. Temsîla jinan a di edebiyatê de û rewşa wan a jiyana rastî berawird dike ji yên mirî ta yên sax ên serdema xwe çav û hişê xwe li berhemên mêran ên jinan digerîne. Bêyî navê hînkeriyê bi rêya romannûsa xeyalî Mary Carmichael çirayekê pêdixe û jinên dil hene binivîsin gav bi gav ber bi hunera nivîsînê ve dibe nivîsîneke ji qehr û keser û gazin û hêrsa sedan salan şûştî ya li ser her mijarê û bê texsîr. Wek asteke kemilî û berz qala hişê duzayend dike û dema vê barana fikran dibarîne me jî li keştiyekê siwar dike û di nav bi dehan nav û rûyan deng û peyvan de dibe rêwîtiyekê.
Kitap Özellikleri| Barkod | 9786257253307 |
| Basım Yılı | 2021 |
| Cilt Durumu | Karton Kapak |
| Dil | Kürtçe |
| Ebat | 13 x 19,5 |
| Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
| Sayfa Sayısı | 128 |