Menü
Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim
Avesta -1- Gatha'yen Zarathushtra
%16 
1.000,00 TL
840,00 TL

Avesta -1- Gatha'yen Zarathushtra

Avesta -1- Gatha'yen Zarathushtra

%16 
1.000,00 TL
840,00 TL
%16 
1.000,00 TL
840,00 TL
Kazancınız:160,00

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

Avesta -1-: Gāϑā'yên Zarathushtra

Û
Zarathushtra Distrê Di Berbangê Da

Îndo-cermenîst îndo-îranolog avestolog û kurdolog Beyhanî Şahîn piştî sî û yek salan beşek ji vekolînên xwa yên li ser Avesta'yê jibo çapê amade kir û me wekî Weşanxaneya Na'yê cîlda yekem "Avesta 1: Gāthā'yên Zarathuštra" çap kir. Ev beşa bi sernavê AVESTA ji dozdeh (12) cîldan pêk tê.

Çima Avesta? Çima destnivîsên orîjîn yên Avesta'yê çima trenskrîpsiyona Avesta'yê û çima Avesta'ya bi fonda Avestî?

Her tiştê heeyî û jiyî di nav tovê xwa da veşartî ye. Jibo ku meriv hişk nebe û runexe pêwistiya meriv bi tovên xwa yên destpêkê hee ye. Tiştê ku jiyanê dike jiyî û jînbar tovê destpêkê ye. Millet jî weha ne. Milletên ku xwa di nav tovên xwa da hewandine ji nav tovên xwa bişkivîne û pê geş bûne ewqas bi hêsanî jiyana heeyî û dayî ji bîr nakin.

Gāthā û Avesta bingeha çanda Kurd ya herî kevin in kaniya axa Kurdistan'ê û zimanê Kurdî ne bingeha baweriya Kurdên Elewî Êzdî û Yarsanan in. Bandora Avesta û Zarathushtra ya li Kurdistan Îran Rojhilata Navîn û Esye'ya Dûr ji sînorên hemî tarîfan derbaz dibe. Hemî dînên mezin yên cîhanê (Tewrat Încîl û Qoran) di bin bandora Avesta û Zarathushtra'yiyê da mane jê bê sînor îstîfade kirine xwa pê ava kirine.

Me ev cîlda yekem diyarî Evdal'ê Zeynik'ê kiriye û em dil dikin her cîldekê diyarî dengbêjekî/e din yê/ya Kurd bikin. Ligorî ragiyandina Beyhanî Şahîn: Jixwa Zarathushtra bi xwa manthra'yê (dengbêjê) destpêkê bûye loma jî em bi hêvî ne ku ew pireya poetîk ya destpêkê dîsan bikare bigêhije xwadiyên xwa yên îro bigêhije dengbêjan.

Em ê wekî Weşanxaneya Na'yê di bin beşa "avestolojiyê" da pêşta dest bi weşandina van vekolînên dîrokî yên dozdeh (12) cîldî bikin. Cara yekem ewê li Kurdistan'ê bingeha "avestolojiyê" li ser bingeheke zimannasiyî bi awayekî akademîk were daynîn.  B. Şahîn divêje:Tevî ku li Kurdistan'ê çend wergerrên Avesta û Gāthā'yan hatine çap kirin jî ti muhteveyeke wan ya zmannasiyî û akademîk tun e. Ew  werger wekî hewldanên ezoterîk in.

Gāϑā'yên Zarathushtra

Di vê cîlda yekem da B. Şahîn bi pêşgotinekê dest pê kiriye û înformesiyonên girîng yên dîrokî di derbarê Gāthā'yan da daye. Di destpêka pêşgotina xwa da dibêje: Gāthā'yên Zarathushtra piçekî dişibin deriyê ku bi sed û yek klîtên sihirkirî hatiye xwandin. Pêra hurgiliyên girîng di derbarê Ahuramazdā da daye.

Paşê di bin nivîsa "destpêk"ê da hurgiliyên din yên zimanî û elfebeya Avesta'yê bi tevî trenskrîpsiyona wan daye. Mesele peyva "gāthā-" kîjan wateyê dide formên wê yên kevin di Proto-Arî û Îndo-Ewrupî da çawan bûn yek bi yek ligorî metodên zimannasiyî yên fonolojîk zelal kiriye.

Pêra B. Şahîn Gāthā'yên Zarathushtra ku di avestolojiyê da lawij/stran û helbestên herî girîng in rêz kiriye.

Ev vekolîna di cîlda yekem da ji 3 beşan pêk tê:

1. Destnivîsên orîjîn yên Gāthā'yan ku di sala 1323yan da hatine nivîsîn ango kopye kirin wekî wêne di cîlda yekem da yek bi yek hatine bi cî kirin.

2. Di beşa duyem da îcarê tevayiya Gāthā'yan bi fonda Avestî hatiye nivîsîn.

3. Di beşa sêyem da hemî Gāthā'yên Zarathushtra yek bi yek hatine trenskrîpte kirin bi tevî nîşeyên zimanî yên girîng.

 Piştî ku ew beşên di nav Gāthā'yan da rêz dike paşê her sê lawijên/malikên herî pîroj yên di nav Gāthā'yan da vedibêje. Di dawiyê da belgeya herî kevin ya nivîskî ya ku tuşî heyama 9. ya piştî mîladê dike û tê da malikeke Avesta'yê bi elfebeya zimanê Sogdî hatiye nivîsîn pêşkeşî me dide.

Cara yekem zimannasekî Kurd bi metodên akademîk yên zimannasiyî Gātā'yan û Avesta'yê amade dike û pêşkeşî neteweya Kurd dike.

B. Şahîn di berdewamiya nivîsa xwa da ewa dibêje:

Bihayê Avesta'yê yê wêjeyî hunerî çandî zmanî felsefî civakî huquqî astronomiyî tibbî dînî sprîtuwel û dîrokî hew dikare bi tiştekî jiyî û nejiyî ra were pîvîn û muqeyese kirin.

Kitap Özellikleri''''''''
Barkod9786257085373
Basım Yılı2023
Cilt DurumuCiltli
DilKürtçe
Ebat16 x 22
Kağıt Türü2. Hamur
Sayfa Sayısı500
favorilerime ekle

Benzer Ürünler
Kudüs Nasıl Düştü?
%46
225,00 TL
121,50 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Siyer
%30
170,00 TL
119,00 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Mısır'a Sultanı Kuyudan Gelir
%30
220,00 TL
154,00 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Kudüs’e Ses Ver! - Said Ercan
%46
90,00 TL
48,60 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.