Menü
Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim
Nasandina Kevneşopen Ezdiyate 1
%16 
150,00 TL
126,00 TL

Nasandina Kevneşopen Ezdiyate 1

Nasandina Kevneşopen Ezdiyate 1

%16 
150,00 TL
126,00 TL
%16 
150,00 TL
126,00 TL
Kazancınız:24,00

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

Xwandevanên hêja
gava miletek bixwaze kultur û çanda xwe baş nasbike û wê bişopîne divê berî her tiştî ji dîrok û kevneşopên (sed û hed irf û adet rê û resm)ên bav-kalên xwe sûd werbigre wan pêşva bibe. Bi dîtina min kevneşop weke kakilê çanda kevn û nû ye.; bo wî gere meriv berî her tiştî li bawerî îd cejn dawet çebûn kirasguhurîn (mirin) serxwebûn serkevtin û whd.ê re xwedî derkeve. Em dibînin hemû milet bi xêra irf û adetan hezkirin hevgirtin û naskirina kultura xwe mezin dibe.
 
Gelek xwandevan jî dizanin ku di Kurdîstanê de jiyana me Êzdiyan ji jiyana gel û olên dinê pir cûda bû. Piraniya dîroknasên di nava desthilhildariya dagirkerên welatê me de rewş û dîroka me bi hemdê xwe nerast û ne objektiv dane xwanê. Neheqî û bêbextiya gelek dîroknasan ewe ku ewan di berhem dokument û şîrovên xwe de li goriya berjivendî û nêrînên hukumdaran bahsa dîrok û kevneşopên me Êzdiyan kirine. Ji xwe ji ber van çewtiyên dîrokê  hêjî "qanû-nên" dewlatên dagirker û baweriyên nijadperestan bi hevre nahêlin şopa netew û çande (kevneşopên) me Kurden resen bêne dîtin.
 
Wekî dinê em dizanin bav-kalên me Êzdiyan ji ber destê zilm û
zora padîşah sultan paşa mîr beg walî axa jendirme nijadpe
rest paşverû û berpirsyarên hemû balyozxanên dewletên metîngehkar nikarîbûne xwe di nava herêm û welatê xwe de azad bidine na-sandin an jî bi der û dora xwe re bikevine nava pêywendiyên fireh. Ji xwe ji ber wan kêmasî û neheqiyên di dîroka me de gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava kultura me Kurd û Êzdiyan. Ez bawerim êdî kes ji me jî hew dikare temamiya mahne û giringiya kevneşopên Kurdên resen û haveynê mirovatiya li Mezopotami-yayê bîne ser ziman.
 
Bi dîtina min weke ku di gelek qewl û duayên me de jî tê gotin "Însan ji nûra Xwedê çêbuye" û qewlbêj-ilimdarên me dibêjin "ola Êzdiyatiyê oleke semaviye" û bawerdikim ku baweriya me vê-ga hêjî gelek girêdanên di navbera Xwedanên esmanî û xwezayî (tabîatê) nê de rast diyar dikin. Her weha dibêjim tû beşerî Êzdiyatî  ne afirandiye baweriya hebûna buhuşt û dojê di Êzdiyatiya dema berî Şêx Adî de tûne buye lewmaye Êzdî hêjî dibêjin"ruhê însan namire" ji xeynî çend mişêwrên xwedî ocaxa pêve wekî dinê tû kitabên me ye ku muqades bin tûne ne û kesek nikare bibêje ka ola Êzdiyatiyê kengî hatiye afirandin an jî hew dikare tevaya kevneşopên Êzdiyatiyê şîrove bike. 
Divê em Êzdî van bingeh û rastiyên mîtolojiya xwe qebulbikin û ji bîra nekin dijmin nijadperest û gelek oldarên paşwerû îro hêjî he-bûna ola me nasnakin mezel(gor)ên miriyên me didine vekirin û hêjî agehdariyên çewt li ser kevneşopên dînê Kurda yê herî kevn ku Êzdiyatî yê têne belakirin. Gelek ji me an jî dê û bavên me Êzdiyan hêjî bi xêra van kevneşopên kevn  netewiya xwe  diparêzin û geleka ji me bi xêra hêjayên dînê Êzdî  ev  rumet maf û îmkanên rûniştina li Ewrûpa yê bi dest xistine. Gava bav-kalên me Êzdiyan ev wêje mîtolojî foloklor û kevneşopên me Kurdan ne parastina dê çande û wêja Kurdî jî weha mezin ne mana. Kevneşop û zargotina me Êzdiyan hêjî di xizmeta xwedîkirin û pêşxistina çanda netewî de ne.
Lewma dibêjim ne raste ku em timî dîroknas ilimdar oldar dê û bavên xwe seba kêmasiyên ketine nav dîroka me sucdar bikin. Bi dîtina min îro ji me jî gelek tişt têne xwastin û divê em ji her demê bêtir alîkariyê bi rêxistin û tifaqên di nava civak û netewa xwe de bikin. Tiştê di vî warî de bikeve ser milên min ezê jî weke gelek ni-vîskar û lêkolînvanên Êzdiyan li gorî Êzdî nasîn nêrîn zanîn û îm-kanên xwe timî li ser wê derya bîr û bawerên (kevneşopên) me Êzdiyan û li ser kevnariya dîrok ziman û wêjeya Kurdî binivsînim. Ez ji xwe re dibêjim ev karê min ji bo nasîn û pêşvebirina wê derya kevneşopên me ye Kurdî erkekî gelekî piçûke. Ji xwe gelek ji we xwandevanên hêja jî min nasdikin û dizanin ku min Êzdiyatî  nasîna xwe tev ne ji ber baweriya civak û malbata xwe naskiriye. Ez bi xwe ji malbateke mirîda me û ne oldarekî ilimdar im. Veca ji ber van kêmasiyên heyî lêkolînên ku niha têne belakirin jî bêkêmasî çê nabin. Ji xwe hûn dizanin gelek ji van lêkolîn û nêrînen ku min di vê pirtûkê de komkirine ne yên min in û axleb ji wan jî di kovar rojname û malperên cur be cur de hatine weşandin. Heta ji min hatiye min cîh xwediyê nivîs nêrîn û lêkolînan kifşkirine. Min ji ber baweriya xwe û kevnariya dîroka ola me ne xwast wan kêmasiyên di gotin û nivîsa qewlan de hene li goriya zanîna xwe bi tenê serrerast bikim. Wekî dinê eger hinek kêmasî ketibine nava şîrove nêrîn û zanînan ev ne bi hemda min in û ez ji niha ve lêbohurîna xwe ji we her kesî  dixwazim.

Kitap Özellikleri''''''''
Barkod4440000002934
Basım Yılı2022
Cilt DurumuCiltsiz
DilKürtçe
Ebat13,5 x 19,5
Kağıt Türü2. Hamur
Sayfa Sayısı496
favorilerime ekle

Benzer Ürünler
Gülün Adı (Ciltsiz)
%30
320,00 TL
224,00 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Hayvan Çiftligi
%29
20,00 TL
14,25 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Politika
%26
195,00 TL
144,30 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
4 Sarışın
%26
225,00 TL
166,50 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Paris Sokakları
%26
80,00 TL
59,20 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Fırtınalı Denizler
%26
130,00 TL
96,20 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Bırakın Yaşasınlar
%26
295,00 TL
218,30 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Şehir Işıltısı
%26
155,00 TL
114,70 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Dumas Kulübü
%21
232,00 TL
183,28 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Sherlock Holmes'un Anıları
%21
95,00 TL
75,05 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.